Aborî

Komisyona Ewropayê 1.6 milyar Yoro bo penaberên Sûriyê terxan dike

Created on Friday, 18 January 2019 01:07
Hits: 6135

 

 

 

 

 

PDK-S: Komisyona Ewropayê bilindtirîn daraya alîkariyên mirovî di dîroka xwe de bo penaberên Sûriyê terxan dike .

 

Di daxuyaniyekê de komisyona Ewropayê roja Çarşemê li ser malpera xwe ya fermî belavkir ku wê yek poyind şeş milyar Yoro bo sala 2019, bi tenê  ji bo alîkariyên mirovî ji penaberên Sûriyê re terxan kiriye .

 

Li gorî daxuyaniyê ew pare bi awayekî sereke  ji bo  piştevaniya piroseya xwendina zarokên penaberên Sûrî her weha piştevaniya welatên ku pêşwaziya penaberên Sûriyê kirine û bi taybet welatên abûriya wan lawaze hatine terxandin.