Ebdulhekm Beşar: Çûna PYDê bo Şamê gotûbêje yan raxwestin e?

 

 

PDK-S: Derbarê seredana şanda PYDê ji bo Şama paytext û danûstandinên PYDê û rêjîma Sûriyê, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya diktor Ebdalhekîm Beşar gotarek belav kir têde behsa hûrguliyên danûstandinên  rêjîm û PYDê dike .

 

 Di gotara bi navê gelo ev diyaloke yan raxwestin e ango istid'a e ? Beşar dibêje eger şanda PYDê bi navê PYDê be yan jî bi navê çekdarên Sûryaya Demokrat be yan jê rêveberiya xweser be yan çi navekî din be lê biryar ji serkirdayetiya Qendîl hatiye û kurdên Sûriyê tên bikaranîn ji aliyê wan ve  .

 

Tiştê ku li Şamê di navbera PYDê û rêjîma Sûriyê rûdide ne diyaloke , ma kengî  rêjîm diyalokê bi nûner û şanderên xwe dike ? Tiştê ku li Şamê rûdide dubare belav kirina kar e piştî ku PYDê qonaxa yekê ji karê xwe bi dawî anî û neha bû dema ku rêjîm durbare kontrola xwe li deverên dibin kontrola PYDê de feriz bike .

 

Rêjîmê pilanek daniye û di demeke nêzîk de  wê têkeve warê cîbecîkirinê .

 

Beşar dibêje wê hemî nîşanên kontrolkirina PYDê ji deverê werin rakrin herweha wê navê çekdarên bi ser PYDê ve jî werin guhertin mîna navên YPGê û YPJê  .

 

Herweha wê çekdarên PYDê ji aliyê efser û endamên rêjîmê werin birêvebirin herweha wê beşek ji wan tevlî artêşa rêjîmê bibin li gorî hewcedariya rêjîmê , û çekdarên mayê wê werin dûrxistin yan jî li cihin din di dezgehên rêjîmê werin bikaranîn .

 

Dezgehên fermî wê bigiştî vegerin karê xwe li bajarên kurdî , herweha girtin û kuştina serkirdeyên siyasî û ewlehî û leşkerî yên PYDê yên ku vê pilanê red bikin  wê dest pê bike .

 

Herweha terwerkirina xebatkar û siyasetmedarên kurd li ser destê PYDê û biryara destihlatê wate rêjîma Sûriyê wê were kirin  .

 

Hekîm Beşar di dawiya gotara xwe de dibêje PYDê hewl dide ji xelkê re diyar bike,  ku danûstandinên bi rêjîmê re bê mercin da ku riwê xwe li pêşiya wan sipî bike bi taybet li pêşiya malbatên ku ciwanên xwe kirin qurbanî di ber PYDê û siyaseta wê de lê rêjîm wê rû sipî kirinê jî nade wê ji ber ku karê PYDê bi dawî hatiye û rêjîm nema pêwîstiya wê bi wan heye,  lewma ew astid'a kirin ji bo Şamê ji bo wan akadar bikin ne diyalokê bi wan re bikin ji ber ku rêjîm tu caran diyalokê bi wan re nake .

 

Serkirdeyek Pêşmergeyên Roj: Em amadene parastina Rojhilatê Çemê Feratê bikin

PDK-S: Serkdeyekî pêşmergeyê Roj eşkere kir , ku ew amadene li Rojhlatê çemê Fratê belav bibin û parastina deverê bikin , lê dazanîn ku çi pilaneke zelal ji bo avakirina deverke ewle li rojhlatê çemê

ENKSê daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê hevdîtinên Encûmenê, çalakî û danûsitandinên dawiyê bi aliyê siyasî, û gera wan li Herêma Kurdistanê nexasim hevdî

Mihemed Ismaîl: ENKSê ji danûstandinên bi PYDê re reşbîne

PDK-S: Endamê desteya serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKSê) û berpirsê rêvebir yê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya,(PDK-Sê), Mihemed Ismaîl, ragehand ku ENKSê çi at

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, daxuyaniyek derbarê xistina rêjîma Sûriyê navê berêz MESRÛR BARZANÎ rawêjkarê encûmena asayşa Herêma Kurdistanê û berbijêrê PDK

D.R Ebdul Hekîm Beşar daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Piştî belavbûna wêneyên D.R Ebdul Hekîm Beşar û hin serkirdeyên PYDê ku hevdîtinek navbera wan de hatiye lidarxistin , îro 1 Berçileya 2018an D.R Ebdul Hekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya D

Nûçe Kurdistan - Nûçe Sûriy - Nûçe Cîhan - Gotar - Raport -  Partî  -   Dengê kurd  -  Çalakîyên partî -  Aborî  -   Çand Vîdyo Hemereng  -    Pêwendî   - Malpera Berê