Se'îd Umer: Apo û Dorsin girtiyên yek doz û yek girtîgehêne

 

 

 

 

 

 

 

 

Berpirsyarê ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya  serbest berdana xebatkarê kurd Ebdulrehman Apo li gelê kurd pîrozkir, û got ku bi tu awayekî zîndan vîna xebatkaran naşkîne û gotarek derbarê sedemên girtina xebatkar Ebdulrehman Apo û Behzad Dorsin ji aliyê PYDê ve û radestkirina wan ji rêjîmê re belavkiriye .

 

Di gotarekê de Se'îd Umer berpirsiyarê ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Demokrat a Kurdistan –Sûriya  ragehand, ku xebatkar Ebdulrehman Apo endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya azadiya xwe wergirt piştî şikandin û têkbirina tevaya pîlanên dujminên kurdistanê ji fişar û binçavkirina bi zora çekan û sitemkarî  diber hildana Aleya mafê kurdan de , şeş caran girtin û ya heftnan jî roja 14. 10 .  2018 nû bidawî hat , hîn jî Apo xwedî viyaneke bihêze , lewra ne xebatkar Ebdulrehman Apo û nejî hevalên wî yê xebatê û kar û nejî bervanên diber miletê kurd de ji girtin ango mêvandariya Apo li ba PYDê di berdewamiya salên bihûrî de û xelatkirina wî xebatkarî ji aliyê PYDê ve bi wî şêweyî matmayî nemane.

 

Umer di gotara xwe de serbarkir,  û got ku ev rewşiên wan yên siyasî ne û perwerdeya Partiya wane , xema wan ewe,  ku viyana xebtkaran bişkinîn û qet keyfa wan nayê dema ku dibînin xebatkarekî kurd daxwaza mafê miletê kurd dike , eger xebatkar Ebdulrehman Apo dûr ji wî DAIŞê bane ango diz û çete baye  îro wê liba PYDê nîşana welatparêziya sexte baye û nîşana xebtkarekî tund bane  li gor wan kesên razîne,  ku bibin dûv ji xelkê re û alav ji bo şikandina kurdan û hewldana helandina doza kurdî re .

 

Mamoste Se'îd Umer got jî  Apo wekî bazekî derket û pêşwazî, û pîrozbahiya jêre hatkirin bûhabûna xebata wî liba Partî , û gelê wî xuyakir,  lê eger yek misqal kurdayetî liba PYDê hebaye xebatkarên wek Apo heft mehan di zindanên tekane ne di razandin û heft caran nede hat girtin ji aliyê wan ve û ji  zindanên PYDê nedihate veguheztin û radestkirin ji rêjîma Esed re û cardî ew venedgerandin zindanên xwe ku ew zindan bi tenê pêwîste ji kiryarên wan re bin neku ji xebatkaran re .

 

ew kiryar destipêka şoreşê û radestkirna çalakvan û xebatkarên kurd ji alê peyedê ve bo rêjîma sûryê tîne bîra me .

 

Hewreha Se'îd Umer endamê komîteya navendî ya PDK-Sê  di gotara xwe de behsa xebatkarê kurd yê xweragir Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya yê ku hîna di zindanên tarî yên PYD deye kir û got ku  ji ber ku Behzad Dorsin bar hilgirê doza miletê kurd bû ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin û ji sîxoriya rêjîma Esed re hate radestkirin .

 

Çendî xebatkar Ebdulrehma Apo bi talbûna wî hestî hestiyarbûye dema ku hevalê xebat û dozê Behzad Dorsin jî ji aliyê wan kesên ku dibêjn ew birayên kurdan yên xewnê ne ji rêjîma ku di berdewamiya 50 sal sitemkarî li ser kurdan kirine were radest kirin .

 

 Her du xebatkar Behzad Dorsin û Ebdulrehma Apo qelenê rêkeftin û alîkariya ewlehî navbera PYDê û rêjîmê de dan  , dema Apo derket di çavên wî de xuş xuya bû,  û weku bêjin : Dorsin her dem di dil û janê min de bû ez bi êş û azarê kufletê wî mabata wî hestiyar dibû her careke min  li hawîrdorê xwe  dinerî dihat bîrawî ku Dorsin bidestê kesne dibêjin ew kurdin hatiye girtin û radestî rêjêmê bûye hîn jî ew bi talbûna şiyarbûnê di her sibehekê de hest dibe .

 

Pirs jî niha ew we : gelo ma emê hemî ji waneyên PYDê di firoştina erastî û xeyalan de bo mletê kurd şiyar bibin .

 

Her weha amadebaşiya wan bo binçavkirin û terorkirina her kurdperwerekî bikve navbera wan û pirojeyên wan yên tunekirina kurdan ji nexşeya Sûriyê de .

 

Berî ku berpirsiyarê ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrat a Kurdistan -  Sûriya gotara xwe bidawî bîne amaje bi rewşa xebatkar Apo kir piştî ku serbest hat berdan û got : bê guman Ebdulrehman Apo di dilê xwe de rahiştiye wêneyeke ciwan ji xebatkarekî xweragir bi îşkence , lêdan û gefpêdana terorkirinê netirsiyaye ,   lê di dilê xwe de jî rahiştiye wêneya xebatkarekî dil şikestî  rahiştiya talbûna hêviyan bi berdewamiya jiyanê bi çilên şevên tarî re .

 

Apo bi fişara derûnî û mandîbûna ku niha Dorsin di girtîgeha xwe de dibîne hestiyar dibe , neku wek hisretekê li ser aliyekî Kurdistanê bi erzanî dikre û difroşe lê bi wan  kesên ku bi melûl bûn û çetebûn û xayintiyê bi miletê xwe li ser Niştîmanî û xebatê diber mafê kurdan de digrin razîne difkre û raman dibe . 

 

Se'îd  Umer berpirsyarê ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya di dawiya gotara xwe de got,  ku  ev bi tenê xaleke reşe di dîroka desteserkirinê Dorsin de , û dazanîn ku Behzad Dorsin û Ebdulrehman Apo xebatkar û girtiyên  yek dozêne.

 

  Apo ser bilind û serkeftî niha serbeste lê pir dilê wî dêşe dema ku tê bîra wî ku zarên yek xuynê niştman perwer û xebatkaran difroşe rêjîmê û nava mejî û dilê xwe de rahiştiye demeke hata wê pir dirêj bûye ew jî dema ku bibîne xebatkar Behzad Dorsin serbest hatiye berdan û azad e.

 

Serkirdeyek Pêşmergeyên Roj: Em amadene parastina Rojhilatê Çemê Feratê bikin

PDK-S: Serkdeyekî pêşmergeyê Roj eşkere kir , ku ew amadene li Rojhlatê çemê Fratê belav bibin û parastina deverê bikin , lê dazanîn ku çi pilaneke zelal ji bo avakirina deverke ewle li rojhlatê çemê

ENKSê daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê hevdîtinên Encûmenê, çalakî û danûsitandinên dawiyê bi aliyê siyasî, û gera wan li Herêma Kurdistanê nexasim hevdî

Mihemed Ismaîl: ENKSê ji danûstandinên bi PYDê re reşbîne

PDK-S: Endamê desteya serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKSê) û berpirsê rêvebir yê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya,(PDK-Sê), Mihemed Ismaîl, ragehand ku ENKSê çi at

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, daxuyaniyek derbarê xistina rêjîma Sûriyê navê berêz MESRÛR BARZANÎ rawêjkarê encûmena asayşa Herêma Kurdistanê û berbijêrê PDK

D.R Ebdul Hekîm Beşar daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Piştî belavbûna wêneyên D.R Ebdul Hekîm Beşar û hin serkirdeyên PYDê ku hevdîtinek navbera wan de hatiye lidarxistin , îro 1 Berçileya 2018an D.R Ebdul Hekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya D

Nûçe Kurdistan - Nûçe Sûriy - Nûçe Cîhan - Gotar - Raport -  Partî  -   Dengê kurd  -  Çalakîyên partî -  Aborî  -   Çand Vîdyo Hemereng  -    Pêwendî   - Malpera Berê