Cîhan

Ferensa di siyaseta vegerandina çekdarên ferensî ji Sûriyê berdewame

Created on Wednesday, 20 February 2019 01:45
Hits: 157023

 

 

PDK-S: Wezîra dada Ferenesî dibêje ku Ferensa wê di siyaseta vegerandina çekdarên Ferenesî ji Sûriyê berdewam be , û piroseya vegerandinê wê bi çend qonaxekê were encamdan .

 

Nîkol Beylûbî wezîra dada Ferensî bersiva Donald Tramp da û got,  ku  di dema nihade Ferensa di vegerandina çekdarên Ferensî ji Sûriyê berdewame , û wê berdewam jî be heta pirose bi dawî were , û Ferensa tu rêkarên lezgîn li ser daxwaza Tiramp cî bi cî  nake .

 

Herweha Beylûbî got ku Ferensa li gel her kêşekî çekdarên Ferensên tundirew  yên li Sûriyê ne bi cuda te'amul dike ,û hikûmeta Ferensa  wê wan vegerêne Ferensa .