Kurdistan

Salih Cemîl Omer: Baştirîn çareserî ji Herêmê re Rêveberiyeke nû ye

Created on Monday, 28 January 2019 08:26
Hits: 3658

 

 

 

PDK-S: Endamê  komîta navendî ya Partiya Demokrat a  Kurdistan – Sûriya Salih Cemîl Omer da zanîn,  ku sînaryoyê Emerîkî ji bo rêveberina navçeya rojhlatê çemê Feratê yê herî nêzîke û pêşbînî  kiriye, ku pêkhateyên herêmê wê rêveberiya herêmê bikin û pêşmergeyên Roj û hêzên bijarde ango Elnuxbe û beşek ji QSDê parastina herêmê di dema niha de bikin da ku piroseya aştiyê li Sûriyê destpêbike,  û li gor civînên Cenêvê çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re were dîtin.

 

Serkirdeyê partyê derbarê têkiliya PYDê û PKKê  ji bo malpera Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê got " tiştekî pir  zehmete ku peywendiyên PYDê ji PKKê  û rêjîma Sûriyê bê birîn lê PYDê nikare carekî din rêjîmê bîne herêmên kurdî ji ber ku li dijî  vîna hevpeymaniya Navdewletiye  û rêjîm bixwe vê yekê dizane û razî nabe carekî din vegere rojhlatî çemê Feratê bê razîbûna dewletên Hevpeymanê.