Kurdistan

Tiramp behsa hûrguliyên vekişana hêzên Emerîkî ji Sûriyê dike

Created on Tuesday, 05 February 2019 09:55
Hits: 1737

 

 

 

 

 

PDK-S: Serokê Emerîka hûrguliyên vekşana hêzên Emerîkî ji Sûriyê eşker kir .

 

Roja Yekşemê serokê Emerîka Donald Tiramp di hevdîtinekê de li gel kenala CBS ya Emerîkî de got , ku hijmara leşkerên Emerîkî yên di Sûriyê de 2 hezar leşkerin û hijmarek ji wan berev bingeha Emerîkî ya li Iraqê ve diçin û hijmarek wê vegerin Emerîka .

 

Tiramp got jî ku leşkerên Emerîkî bi hêdî tên vekşandin ta rêxistna DAIŞê ya teror bi temamî jinav werin birin.

 

Serokê Emerîkî herweha tekez kir,  ku hêzên Emerîkî amadene carek din vegerin Sûriyê eger pêwsitî bi wê yekê hebe.