Kurdistan

Balyozê Almaniya: Serok Barzanî bo hemû gelê Kurd li Rojhilata Navîn cihê hêviyeke mezin e

 

 

 

 

 

PDK-S: Serok Barzanî pêşwazî Balyozê Almaniya li Iraqê û Konsola Almanya li Hewlêr kir û nîgeraniyên xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriyê bi şanda Almanî ragihand. Balyozê Almaniya jî got, Serok Barzanî bo hemû gelê Kurd li Rojhilata Navîn cihê hêviyeke mezin e.

 

Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kir, roja sêşem 05.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Hikûmeta Almanya kir ku ji Cyrill Nunn Balyozê Almanya li Iraqê û Barbara Wolf Konsola Almanya li Hewlêr pêk hatibûn.

 

Di hevdîtinê de Balyozê Almaniya li Iraqê bal kişand li ser peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Kurdistanê û da zanîn ku Almanya di warê hevkariya mirovî û vegerandina aramiyê li Iraqê de kar dike.

 

Herwiha jibilî balkişandinali ser pêgeha Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ya ji bo welatê xwe, diyar kir ku Serok Barzanî ji bo hemû gelê Kurd li navçeya Rojhilata Navîn cihê hêviyeke mezin e.

 

Her li vê civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê hat nirxandin û herwiha ronahî xistin li ser pêşhatekên dawî û metirsiyên terorê û tundrewiya li ser asayîşa Iraq û navçeyê.

 

Di beşeke din a vê civînê de, di derbarê rewşa Sûriye û paşaroja Kurd li wî welatî de danûstandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî nîgeraniyên xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda Almanî ragihand.

 

Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda Serok Barzanî jibilî balkişandina li ser wan keşûhewaya erênî ku di navbera her du aliyan de hatiye holê, tekez li ser rêkarên siyasî û aştiyane û diyalogê yên li ser çareserkirina peywendiyên Herêm û Bexda kir.

 

 

 

 

Di encama teqîna mayinekê ciwanek li Serê Kaniyê birîndar bû

PDK-S: Di encama teqîna bumbeyek çandî ciwanek li bajarê Serê Kaniyê birîndar bû. Li gorî jêderên xwecehî ji bajarê navbûrî ku ciwanê bi navê Mihemed Ebdila Şelaş di encama teqîna mayneke çandî li gu

Rêxistina Elmaniya ya PDK-S wê salvegera terorkirina pakrewan Nisredîn Birhik vejîne

PDK-S: Wefadarî ji bo bîranîna pakrewan Nisredîn Birhik û canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, Rêxistina Elmaniya ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S, keyfxweş e bi vexwendin û amadebûna cemawe

PYD li gundewarê Rojhilatê Kobanê mîn çandine

PDK-S: PYDê li gundewarê rojhlatê Kobanê , di nava mal û zeviyên çandiniyê de , nêzîk sînorê Tirkiyê , mîn çandine û berî du rojan jî şivanek û pezên wî bûne qorbaniya mîneke çandî û niha jî ew şivan

Di 100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza de, Nivîskar Konê Reş pirtûkek berhev kir

PDK-S: Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019'an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Marden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, Nivîskar Konê Reş pirtûkek bi navê (Dr. Nûredîn Z

Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî li Hanover tê damezirandin

PDK-S: Endamên desteya kargêrî ya navenda Barzanî ya Rewşenbîrî li Henover civînek li bajarê folfosborgê di roja yekşemê 10/2/2019 hê li darxistin . Ev desteya kargêrî weke desteya birêvebirna kar û

Nûçe Kurdistan - Nûçe Sûriy - Nûçe Cîhan - Gotar - Raport -  Partî  -   Dengê kurd  -  Çalakîyên partî -  Aborî  -   Çand Vîdyo Hemereng  -    Pêwendî   - Malpera Berê