Sûriy

Ebo Xêt: Vegera Rêjîma Esed bo Komkara Erebî nehatiye behskirin

Created on Thursday, 14 February 2019 07:46
Hits: 4101

 

 

 

PDK-S: Emîndarê giştî yê komkara Erebî dibêje,  ku heta weke neha tu razîbûn û yan jî gotûbêjî li ser vegera rêjîma Esed bo komkara Erebî nehatiye kirin .

 

Ehmed Ebû Elxêz  emîndarê giştî yê komkara Erebî ji Beyrûtê ragehand , ku heta weke îro tu welatekê  Erebî bi eşkere razîbûna xwe li ser vegera rêjîma Esed bo komkara Erebî nedaye xuyakirin , û mijara vegera rêjîma Esed bo komkara Erebî bi fermî nehatiye behskirin .

 

Herweha Ebû Elxêz  gotjî ku tu pêşhateyên erênî li Sûriyê nehatine kirin daku asoyên vegera rêjîma Esed bo komkara Erebî xuyabibin , û mijara vegerê were gotûbêjkirin , ji ber tevaya pêşhateyan berûvajiyê xwesteka gelê Sûriyê ne .