Rêxistina Domîz ya PDK-Sê banga beşdariyê di vejandina salvegera şehîdbûna serkirde Nesredîn Birhik de dike

Created on Wednesday, 20 February 2019 01:41
Hits: 90914

 

 

PDK-S: Rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya bangewaziyek belav kir tê de ji xelkê xwest ku beşdariyê di vejandina salvegera heftan ya şehîdbûna endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Nesredîn Birhik de bikin .

 

Merasîmên salvegerê dê di roja Înê de 22/2/2019an de be ango di heman roja salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik dê were lidarxistin .

 

Li gor bangawaziyê merasîmên vejandina salvegera heftan dê li hola şehîd Nesredîn Birhik li nivîsgeha PDKSê li komelgeha Domîz be û ji demjimêr çar dê dest bê bike .