Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belav kir

 

 

 

 

 

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, daxuyaniyek derbarê xistina rêjîma Sûriyê navê berêz MESRÛR BARZANÎ rawêjkarê encûmena asayşa Herêma Kurdistanê û berbijêrê PDKê ya serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav lîsteya terorê de belav kir.

 

Di daxuyaniya roja 31/12/2018an ya ENKSê  de hatiye desteya bi navê dijî sextekirina pereyan û perpêdana terorê ya ser bi rêjîma Sûriyê ve lîsteyek têde hijmarek ji kesayetî û keyan ku piştgiriya terorê dike ragihandiye, û cihê matmayê ye,  ku navê berêz MESRÛR BARZANÎ rawêjkarê encûmena asayşa Herêma Kurdistanê  jî di nav wan navan de bû.

 

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê herweha daye zanîn,  ku xistina navê berêz MESRÛR BARZANÎ di nav wê lîsteyê dide xuyakirin,  ku tu bingeh û biname ji wê desteyê re tuneye û bi tenê ew deste kar ser ragihandina  nûçeyên nerast û sextekirin û veşartinê dike .

 

Hemû rola serpiriştiyar û serkirdayetîya Herêma Kurdistanê nexasim rola berêz MESRÛR BARZANÎ di şerê terorê de û dûrxistina terorê wek hevalbendekî çalak di hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê de dizanin .

 

Ew yek ji aliyê cîhanê ve dapêdan bi wê yekê kirin,  ku berevanî û bergiriyê diber mirovahiyê de û parastina wê de dikin û ew şofînê jî baş dizanin .

 

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê herweha bal kişandiye ser wê yekê ku derdora 250 hezar yên ji ji ber terora Sûriyê reviyan li Herêma Kurdistanê bi ceh bûn û bi aştî û aramî dijîn û serokatiya Herêma Kurdistanê ku berêz MESRÛR BARZANÎ yek ji wan guhdanê didin wan kesên ku ji Sûriyê revîyane û li Herêma Kurdistanê bi ceh bûne .

 

ENKSê serbar kiriye ku di çarçoveya salên bûrî ji şerê Sûriyê herdem serokatîya Herêmê bi çareserkirina kirîza Sûriyê bi riyên siyasî û aştiyane bû , cihê rumetê bû,  herweha bi gelê kurd û bervanî di ber mafê wan yên netewî û rewayî de kir .

 

Di dawîya daxuyanîya xwe de ENKSê  amaje pê kir û got tometkirina rêjîma Sûriyê ji berêz MESRÛR BARZANÎ re tu carî ji qedir û rola wî ya serokatî û mirovî û rola Herêma Kurdistanê kêm nake berovajî wê yekê rêz û hurmeta wan li cem azadîxwazan û kesên birumet û her kesek di rûyê teror û kiryar û binpêgrinên wan rawestiya zêde û bi hêz tir dike .

Nûçe Kurdistan - Nûçe Sûriy - Nûçe Cîhan - Gotar - Raport -  Partî  -   Dengê kurd  -  Çalakîyên partî -  Aborî  -   Çand Vîdyo Hemereng  -    Pêwendî   - Malpera Berê