Mihemed Ismaîl: ENKSê ji danûstandinên bi PYDê re reşbîne

 

 

 

 

PDK-S: Endamê desteya serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKSê) û berpirsê rêvebir yê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya,(PDK-Sê), Mihemed Ismaîl, ragehand ku ENKSê çi atmosfêreke baş ji bo danûstandinên bi PYDê re li cem PYDê nabîne û reşbîne derbarê danûstandinên bi PYDê re .

 

Derbarê civîna emîndariya giştî ya ENKSê, Mihemed Ismaîl, endamê desteya serokatiyê ji bo malpera Partiyê got:" di civîna emîndariya giştî ya ENKSê de rewşa siyasî û nûhtirîn guhertinên deverê hat baskirin û emîndariyê nerîna ENKSê derbarê rewşa siyasî ya niha û hevdîtnên şandên ENKSê bi dewletên Cîhanê re û civîna bi serok Barzanî re û helwêsta serok Barzanî û xemxwariya wî ji bo rewşa kurdê Sûriyê bigiringî nerxandin û tekezî li ser berdewamiya têkliyan û hevdîtnên ENKSê bi aliyên peywendîdar bi rewşa Sûriyê re kir .

 

Derbarê destpêşxeriyên ku li Rojavayê Kurdistanê di dema bûrî hatbûn raghandin, û yekrêziya navmala kurdî de, Mihemed Ismaîl, da zanîn ku, hêjî atmosfîreke guncaw ji bo danûstandinên PYDê re nehatiye dîtin, û vekirina ofîsên ENKSê û partiyên wê û azadkirina girtiyên siyasî û qepatkirina van doseyan wê bardoxeke baş ji bo nêzîkbûnê di nava me de peyda bike, lê belê divê vê carê aliyeke Navdewletîdar mîna gerentîdarekê di navbera mede hebe.

 

Derbarê rola Encûmanê ya siysî û diblomasî û cemawerî de, serkirdeyê ENKSê weha got:" Emîndariyê tekezî li ser rola encûmanê û aktîvkirina wê kir, çi li ser astê diblomasî be û çi l ser astê nafixweyî û pêkhateyên herêmê be , ew yek jî bi armenca nehiştina her metrisiyekê li ser deverê û peydakirina aştiya civakî û tûndkirina wê.

 

Mihemed Ismaîl , endamê desteya serokatiya ENKSê, derbarê raghandina ENKSê de weha got:" emîndariyê tekezî li ser pêşxistina ragihandina encûmanê kir û herweha bi giştî rewşa ofîsên ENKSê û karûbarê wê jî hat baskirin ".

 

Roja Înê, emîndariya giştî ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKSê) bi amadebûna desteya serokatiyê civîna xwe li bajarê  Qamişlo kir û têde gelek mijarên siyasî girêdayê rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin.

Nûçe Kurdistan - Nûçe Sûriy - Nûçe Cîhan - Gotar - Raport -  Partî  -   Dengê kurd  -  Çalakîyên partî -  Aborî  -   Çand Vîdyo Hemereng  -    Pêwendî   - Malpera Berê