ENKSê daxuyaniyek belav kir

 

 

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê hevdîtinên Encûmenê, çalakî û danûsitandinên dawiyê bi aliyê siyasî, û gera wan li Herêma Kurdistanê nexasim hevdîtin bi serok Masûd Barzanî, û partiyên siyasî re belav kir tê de wiha hatiye :

 

Di 1ê Sibata 2019an Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî civîna xwe ya normal li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist piştî rawestandina xuleke bêdeng li ser canê pakrewanan xişteya civînê hate eşkerekirin, tê de rewşa siyasî di rêya nemayşkirina çalakiyên Nûnerên Encûmenê di nivîsgeha peywendiyên derve, Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê, Desteya Danûstandkar, û seredana şandna Encûmenê bo serokatiya Herêma Kurdistanê, û hevdîtin bi serok Mesûd Barzanî re, Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanî, Yekgirtû Islamî Kurdistanî, û Nûneratiya Yekîtiya Ewropî li Hewlêrê hat kirin .

 

Di daxuyaniya ENKSê de herwiha hatiye ku piştî gengeşekirina bihêz ji aliyê endamên emîndariyê ji bo bendên xişteya kar, civîn li ser van xalan bidawî hat :

 

Emîndaruya Giştî tekezî li ser rastbûna nerîna Encûmenê derbarê pêşhateyên siyasî, û rihetiya xwe ser hevdîtinên dawiyê derbirand, herwiha helwêsta serok Mesûd Barzanî û guhdana wî bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û piştevanî û piştgiriya wî ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û gelê kurd li Sûriyê bi giranî nerxand .

 

Herwiha di civînê de tekezî li ser pêwîstiya gihiştin bi aliyên navdewletî û navnetewî yên girêdayî bi rewşa Sûriyê hate kirin, da ku çareseriya siyasî ji rewşa niha were ektîvkirin û rêjîm ji bo deshelatdariyek demoqratî fidralî tê de gelê Sûriyê bi giştî bighîne mafê xwe yên demoqratî, û gelê kurd bi taybet bighîne mafên xwe yên netewî û rewe, li gor rêkeftin û belgeyên navdewletî û bi giratiniya destûrî were guhertin .

 

Derbarê pirojeyên ku ji bo herêmên kurdî li Rojhilatê çemê Firatê bigştî têne pêşniyarkirin Encûmena Nştîmanê ya Kurdî di daxuyaniya xwe bal kişandiye ser wê yekê ku hîn dengvedanên wê pirojeyê û herêma ewleh ne xuya û zelal in, ji bo vê yekê Encûmen dê kar bi aliyên navdewletî û navnetewî re bike da ku despêşxeriyên ku gelê kurd û hemû pêkhateyên din tê de parestî bin û herêmek aram û ewleh dûr ji metersiyan li xwe bigre,

 

Lewma beşdarbûyên di civînê de dîtin ku divê her pirojeyek ji parastinê herêmê tê pişniyarkirin dibin siya parastina navdewletî de be, û rêveberiyek hevbeş leşkeî û siyasî li kêlek pêkhateyên din hebe tê de ENKSê rolek berz bilîze û rola hêzên pêşmergeyên roj bi ektîv di parastina gel û herêmên kurdî de hebe, serbarî gerantîkirina welatên cîran bi danîna têkilîyên baş li ser bingeheke rêz û hurmet .

 

Emîdariya Giştî ya ENKSê herwiha serbar kiriye ku ta niha tu keşûbayek guncaw ji bo cîbicîkirina yekrêziya helwêsta kurdî nehatiye der ku vekerina nivîsgehan û radestkirina ji bo xwediyên wan, azadbûna karê siyasî, camewerî, serbestberdana girtiyên siyasî, û tewandina wê doseyê herwiha rawestandina kiryarên bê ser û ber derheqê welatiyan û vegerandina mal û milkên wan, pêwîstiya seknandina nerîna xiyanetkirinê ji aliyê ragihandina PYDê û hin serkirdeyên wê di derheqê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û partiyên wê were kirin .

 

Ku ew kiryar tekezî li ser wê yekê dike ku PYDê bi danûsitandin û banga yekrêziya nav mala kurdî de ne rijd e û ew yek dihêle ku nelihevhatin çê bibe, û her diyalokek tê de xalên navbûrî neyên cîbicîkirin û bi gerantiyek navdewletî rêgirî li yekrêzî digre .

 

Di dawiya daxuyaniya xwe Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê tekezî li sre karê Encûmenê û ektîvkirinê di rêya hevdîtinan bi hemû aliyên civakî kir da ku helwêsteke hevbaş ji bo dûrxistina matirsiyên li ser herêmê û parestina pêkevjiyanê û pêşxistina ragihandina Encûmena li gor cihê wê yê siyasî û cemawerî were kirin .

Nûçe Kurdistan - Nûçe Sûriy - Nûçe Cîhan - Gotar - Raport -  Partî  -   Dengê kurd  -  Çalakîyên partî -  Aborî  -   Çand Vîdyo Hemereng  -    Pêwendî   - Malpera Berê