Çand
- Details
-
Created on Saturday, 02 January 2016 13:03
-
Hits: 8869

Kurdistan-Zêwa Remezan-Hewlêr
Nivîskar û wergêrê Kurd Idrîs Hiso, çîroka Robin Hood ji zimanê Ingilîzî wergerand Zimanê Kurdî.
Idrîs Hiso li ser vê yekê wiha ji rojnameya Kurdistan re got: "Zimanê Kurdî zimanekî zindî ye, zimanê zindî divê pê were nivîsandin, axaftin û bihîztin, çîrok beşekî gelekî giring e, ji bo zimanekî, nemaze çîrokê ku ji bo xort û zarokan têne amadekirin, ji ber ku (Robin Hood) Robên Hûd çîrokeke xweş û navdar e, dema min ew bi zimanê Inglîzî û Erebî xwend, min ji xwe re got; çima ew bi Zimanê Kurdî nîne, lewma min ji xwe re kir kar, û bi hêvî me ku min karekî baş kiribe. Kes nizane bê kê ev çîrok nivîsandî ye, ev çîrok mîna çîrokên Kurdî li ser zarê cotkar û gundiyên Ewropayê berî 1000 salî dihatin gotin, wê demê Robên Hûd wek simbola dadwerî û mirovatiyê bû, beramberî zordariya oldar û desthilatdaran li wan welatan".
Hiso axaftina xwe berdewam kir:"Ji bilî vê yekê jî, çîrokên Robên Hûd gelekî xweş in, û dema em wan êvaran ji zarokên xwe re bi Kurdî bixwînin, em dê hestê mirovatî û bîrweriyê li cem wan biafirînin. Herwiha divê her tişt ne tenê çîrok werin wergirandin bo zimanê dayikê, ji ber wergirandin yek ji sedemên pêşketin û geşbûna ziman e".
Derbarê pirsa ku egera wê yekê heye Hiso çîrokin din wergerîne, Hiso got: "Zincîrek çîrokên din li ber destên min hene, û di dema bê de wê reşnivîsa wan jî bidawî bibe, û armanca min ew e, ku ez komek ji van çîrokên navdar ji kiltûra cîhanî wergirîn im Zimanê Kurdî, bihêvî me ku di demek nedûr de ev çîrok werin çapkirin, û bighên ber destê xwendevanên Zimanê Kurdî. Ez dixwazim ji dayik û bavê zarokên Kurdan re bêjim çîrokan bi Kurdî ji zarokên xwe re bixwînin, paşeroj a zimanê me ye".